Mesela
Erdê Qenc û Neqenc
13 2 Wê rojê Îsa ji mal derket û li perê golê rûnişt.
2 Elaleteke wusa mezin li dora wî civiya ku ew li
qeyikekê siwar bû û rûnişt. Hingê tevahiya elaletê li qerax
rawesta. 3 Îcar Îsa bi meselan ji wan re li ser gelek tiştan
peyivî û got: «Cotkar derket ku tov biçîne. 4 Gava ku wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê,
teyr hatin û ew xwarin. 5 Hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û
ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû. 6 Lê çaxê ku roj hilat* ew kizirî û ji ber ku rayên*
wî tunebûn, hişk bû. 7 Hinekî din
ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin. 8 Û hinek ket ser erdekî qenc, hinekan sed, hinekan şêst
û hinekan jî sî qat ber dan. 9 Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.»
Armanca
Meselan
10 Îcar şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Tu çima
bi wan re bi meselan dipeyivî?» 11 Wî li wan vegerand û got: «Zanîna sirên Padîşahiya
Ezmanan ji we re hatiye dayîn, lê ji wan re nehatiye dayîn. 12 Çimkî bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn
û jê re zêde bibe. Lê bi kê re tunebe, tiştê ku pê re heye jî wê
jê bê standin. 13 Ji ber vê yekê ez ji wan re bi meselan dibêjim: Ew
dibînin, lê nabînin, ew dibihîzin, lê nabihîzin û fêm nakin.
14 Li ser wan, ev pêxemberîtiya Îşaya tê cih, ku
dibêje:
‹Hûn çiqas bibihîzin jî, hûn
tu caran fêm nakin,
Hûn çiqas bibînin jî, hûn tu
caran tênagihîjin.
15 Çimkî
dilê vî gelî hişk bûye,
Guhên wan giran bûne
Û wan çavên xwe girtine.
Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin
Û bi guhên xwe bibihîzin
Û bi dilê xwe fêm bikin
Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›
16 «Lê xwezî bi çavên we, çimkî ew dibînin; xwezî
bi guhên we, çimkî ew dibihîzin. 17 Bi rastî ez ji we re dibêjim, gelek pêxember û
mirovên rast, dixwestin van tiştên ku hûn dibînin bibînin, lê
nedîtin. Dixwestin van tiştên ku hûn dibihîzin bibihîzin, lê
nebihîstin.
Şîrovekirina
Mesela Erdê Qenc û Neqenc
18 «De îcar guhdariya mesela yê cotkar bikin: 19 Her kesê ku peyva li ser Padîşahiyê dibihîze û
fêm nake, Yê Xerab tê û tiştê ku di dilê wî de hatiye çandin
direvîne. Tovê ku ketiye tenişta rê ev e.
20 Ewê ku li ser erdê kevirî hatiye çandin jî, ew e ku
peyvê dibihîze û di cih de bi şahî wê qebûl dike. 21 Lê ji ber ku rayê* wî tune, tenê demeke kurt
dimîne. Gava ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dikişîne, ew zû ji rê
derdikeve. 22 Ewê ku di nav stiriyan de hatiye çandin jî, ew e ku
peyvê dibihîze, lê xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê
peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne. 23 Lê ewê ku li erdê qenc hatiye çandin, ew e ku peyvê
dibihîze û wê fêm dike. Ew jî ber dide. Hinek jê sed, hinek jê şêst,
hinek jî sî qat ber dide.»
Mesela
Genim û Zîwanê
24 Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya
Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî tovê qenc li erdê xwe çand. 25 Lê çaxê ku her kes di xew de bû, dijminê wî hat,
di nav genim de zîwan çand û çû. 26 Çaxê ku genim gihîşt û ber da, hingê zîwan jî
xuya bû. 27 Xulamên malxwê malê hatin û gotin: ‹Ezbenî, ma te
tovê qenc di zeviya xwe de neçand? Îcar ev zîwan ji ku derê
çêbû?› 28 Wî ji wan re got: ‹Dijminekî ev yek kiriye.›
Xulaman jî jê pirsî: ‹Tu dixwazî ku em herin û wan aşêf bikin?›
29 Wî got: ‹Na, çimkî çaxê ku
hûn aşêfa zîwanê bikin, dibe ku hûn genim jî pê re hilkin. 30 Bihêlin, bila herdu bi hev re mezin bibin, heta dema dirûnê. Wî
çaxî ezê ji paleyan re bêjim: Pêşî zîwanê berhev bikin û ji bo
şewitandinê bikin gurz, piştre genim berhev bikin û bînin bixin
embara min.›»
Liba
Xerdelê û Hevîrtirşk
31 Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya
Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî rahişt libeke xerdelê û ew di
zeviya xwe de çand. 32 Ew liba ku ji hemû tovan biçûktir e, dîsa jî gava
ku ew mezin dibe, ji pincaran meztir e û dibe dar. Wusa ku teyrên
ezmanan tên û li ser çiqilên wê bi cih dibin.»
33 Wî meseleyeke din jî ji wan re got: «Padîşahiya
Ezmanan dimîne hevîrtirşkê ku jinekê ew hilda û xist nav sê çap*
ar, heta hemû tirş bû.»
34 Îsa ev tiştên ha hemû bi meselan ji elaletê re
gotin û bê mesele wî tu tişt ji wan re nedigot. 35 Ev çêbû, da ew peyva ku bi devê pêxember hatibû
gotin, bê cih:
«Ezê bi meselan devê xwe vekim
Û ezê tiştên ku ji damezrandina dinyayê vir ve veşartî
mane, eşkere bikim.»
Şîrovekirina
Mesela Zîwanê
36 Hingê Îsa elalet hişt û çû mal. Şagirtên wî
hatin balê û jê re gotin: «Mana mesela zîwana zeviyê ji me re
bêje.» 37 Wî bersîva wan da û got: «Yê ku tovê qenc diçîne
Kurê Mirov e. 38 Zevî dinya
ye û tovê qenc jî zarokên Padîşahiyê ne. Zîwan zarokên ê Xerab
in 39 û dijminê ku ew çandiye jî Îblîs* e. Dirûn dawiya
dinyayê ye û pale jî milyaket in. 40 Îcar çawa ku zîwan tê berhevkirin û di nav êgir de
tê şewitandin, di dawiya dinyayê de jî wê wusa bibe. 41 Kurê Mirov wê milyaketên xwe bişîne û ewê her tiştên
ku mirov ji rê derdixin û yên ku neheqiyê dikin ji Padîşahiya wî
bicivînin. 42 Ewê wan bavêjin nav firna dadayî û li wir wê bibe
girîn û qirçîna diranan. 43 Hingê yên rast wê di Padîşahiya Bavê xwe de wek
rojê şewq bidin. Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.
Xezîna
Veşartî û Durê Giranbiha
44 «Padîşahiya Ezmanan dimîne xezîna di zeviyê de veşartî.
Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe
firot û ew zevî kirrî.
45 «Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê:
Bazirganek li durên spehî digeriya. 46 Gava ku wî durekî gelek giranbiha dît, çû hemû
hebûna xwe firot û ew kirrî.
Mesela
Torê
47 «Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne wê tora ku tê
avêtin deryayê û her cûreyê masiyan dicivîne. 48 Gava ku ew tije dibe, masîgir wê dikişînin qerêx.
Hingê ew rûdinin, yên qenc dixin selikan û yên neqenc jî davêjin. 49 Di dawiya dinyayê de wê weha bibe. Milyaket wê bên
û wê xeraban ji nav rastan veqetînin 50 û wan bavêjin firna dadayî. Li wir wê bibe girîn û
qirçîna diranan.»
51 Îsa ji wan pirsî: «Ma we ev tiştên ha hemû fêm
kirin?» Wan got: «Erê.» 52 Hingê wî
ji wan re got: «Ji ber vê yekê her Şerîetzanê ku li ser Padîşahiya
Ezmanan hatiye perwerdekirin, mîna malxwê malê ye ku ji xezîna xwe tiştên
nû û kevin derdixe.»
Îsa
li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin
53 Piştî ku Îsa ev mesele xilas kirin, ji wê derê
veqetiya. 54 Ew hat
bajarê xwe û wî xelk di kinîşta wan de hîn kir, wusa ku ew gelek şaş
man û wan got: «Ev keramet û şehrezayiya wî ji ku derê ne? 55 Ma ev ne kurê xerat e? Ma navê diya wî ne Meryem* e?
Ma Aqûb, Ûsiv, Şimûn û Cihûda ne birayên wî ne? 56 Ma hemû xwişkên wî ne di nav me de ne? Vî mirovî
ev hemû tişt ji ku derê anîn?»
57 Û bi vî awayî ew ji wî enirîn. Lê Îsa ji wan re
got: «Pêxemberek ji bajarê xwe û ji mala xwe pê ve, li tu cihê din
ne bê siyanet* e.» 58 Û ji ber bêbaweriya wan wî li wê derê gelek keramet
nekirin.
|