Kuştina
Yûhennayê Imadkar
14 1 Di wî wextî de Mîr Hêrodês* nav û dengê Îsa
bihîst 2 û ji xulamên xwe re got: «Ev Yûhennayê* imadkar e,
ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê ev karên hêzdar bi destê wî
tên kirin.» 3 Çimkî Hêrodês ji ber Hêrodiya jina birayê xwe
Filîpos, Yûhenna girtibû û ew avêtibû zîndanê. 4 Ji ber ku Yûhenna ji wî re digot: «Nabe ku tu jinbira
xwe bînî.» 5 Loma
Hêrodês dixwest ku wî bikuje, lê ji xelkê ditirsiya. Çimkî wan ew
pêxember hesab dikirin.
6 Îcar di rojbûyîna Hêrodês de keça Hêrodiyayê li
ber vexwendiyan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat 7 û wî soz da û sond xwar ku keçik her çi jê
bixwaze, ewê bide wê. 8 Keçika ku
ji aliyê diya xwe ve hatibû şîretkirin, ji Hêrodês re got: «Serê
Yûhennayê* imadkar, li vir li ser sêniyekê bide min.» 9 Padîşah xemgirtî bû, lê ji ber sonda xwe û ji ber
ên ku bi wî re li ser sifrê rûniştibûn, wî emir kir ku daxwaza wê
bê cih. 10 Wî şand û di zîndanê de serê Yûhennayê imadkar
da jêkirin. 11 Serê wî li
ser sêniyekê anîn û dan keçikê. Wê jî ew ji diya xwe re bir. 12 Hingê şagirtên Yûhenna hatin, cesedê wî birin û
ew veşartin. Paşê çûn û ji Îsa re gotin.
Îsa
Pênc Hezar Mirov Têr Dike
13 Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi serê xwe ket
qeyikekê û xwe da cihekî bêpêjin. Lê gava elaletê ev yek bihîst,
bi peyatî ji bajaran li pey wî çûn. 14 Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û
dilê wî bi wan şewitî û nexweşên wan qenc kirin.
15 Dema ku bû êvar, şagirtên wî hatin ba wî û jê re
gotin: «Ev der cihekî bêpêjin e û wext jî êdî dereng e. Destûra
elaletê bide, da ku herin gundan û ji xwe re xwarinê bikirrin.» 16 Lê Îsa ji wan re got: «Ne hewce ye ku ew herin. Hûn
xwarinê bidin wan!» 17 Şagirtan bersîv da û gotin: «Li vir bi tenê pênc
nan û du masiyên me hene.» 18 Wî got: «Wan bînin vir ba min.» 19 Û wî emir li hemû elaletê kir ku li ser giyê
rûnin. Hingê wî her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî,
şikir kir û nan şkandin. Wî ew dan şagirtên xwe û şagirtan jî ew
li xelkê belav kirin. 20 Hemûyan xwar û têr bûn. Wan diwanzdeh selik pariyên ku zêde
mabûn dan hev. 21 Hijmara yên ku xwarin, ji bilî
jin û zarokan, li dora pênc hezar mêr bû.
Îsa
li ser Avê Rêve Diçe
22 Gava ku Îsa elalet verêdikir, wî zû pêstûrî li şagirtên
xwe kir ku ew li qeyikê siwar bibin û ji beriya wî derbasî aliyê din
ê golê, Beytsaydayê bibin. 23 Piştî ku wî elalet verêkir, hingê bi serê xwe
hilkişiya çiyê, da ku dua bike. Dema ku bû êvar, ew li wir bi tenê
bû. 24 Di wê navê de qeyik ji bejê gelek dûr ketibû û ber
pêlan diket, çimkî ba ji hember wan ve dihat.
25 Nêzîkî berbanga sibehê, Îsa li ser golê rêve çû
û nêzîkî şagirtan bû. 26 Gava wan dît ku ew li ser golê rêve diçe, bizdiyan
û ji tirsan kirin qîrîn û gotin: «Ev xeyalet e!» 27 Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav
bin! Ez im. Netirsin!» 28 Petrûs lê
vegerand û got: «Ya Xudan, eger tu bî, emir bide ku ez li ser avê bêm
ba te.» 29 Wî got: «Were!» Hingê Petrûs jî ji qeyikê peya
bû, li ser avê rêve çû û ber bi Îsa ve hat. 30 Lê çaxê dît ku bager xurt e, tirsiya û xewirî* nav
avê, qîriya û got: «Ya Xudan, min xilas bike!» 31 Îsa di cih de destê xwe dirêj kir, ew girt û jê re
got: «Ey kêmîmano! Tu çima dudilî bûyî?» 32 Dema ku ew hilkişiyan qeyikê, ba rawesta. 33 Hingê yên ku di qeyikê de bûn, perizîn* wî û
gotin: «Bi rastî tu Kurê* Xwedê yî.»
Îsa
li Cênîsartê Nexweşan Qenc Dike
34 Gava ew derbasî aliyê din bûn, ketin bejê û hatin
bajarê Cênîsartê*. 35 Çaxê mirovên wî cihî Îsa nas kirin, wan xeber şand
wan der û doran û xelkê hemû nexweşên xwe anîn ba wî 36 û ji bo ku destê xwe li rêşiyên* kirasê wî bidin
lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê dan qenc bûn.
|