Adetên Bav û Kalan

             15 1 Hingê ji Orşelîmê* hinek Fêrisî û Şerîetzan hatin ba Îsa û jê pirsîn: 2 «Ma çima şagirtên te adetên bav û kalan dişkênin? Beriya xwarinê ew destên xwe naşon!» 3 Îsa li wan vegerand û got: «Îcar hûn jî çima ji bo adetên xwe emrê Xwedê dişkênin? 4 Çimkî Xwedê gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire› û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê û bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.› 5 Lê hûn dibêjin: ‹Eger yek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, ji Xwedê re hatiye dayîn, 6 êdî ew ne mecbûr e ku qedrê bavê xwe bigire.› Bi vî awayî we ji bo adetên xwe peyva Xwedê rakir. 7 Hey durûno! Îşaya li ser we rast pêxemberîtî kiriye:

                      8 ‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min

                      Lê dilê wan ji min dûr e.

                      9 Bi pûçîtî diperizin min,

                      Di hîndariya xwe de,

                      Emrên mirovan hîn dikin.›c»

    Tiştên ku Mirov Murdar Dikin

             10 Îsa elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Guh bidinê û fêm bikin. 11 Tiştê ku di dev re diçe hundirê mirov, wî murdar nake, lê tiştê ji dev dertê, ew mirov murdar* dike.» 12 Hingê şagirt nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma tu dizanî gava ku Fêrisiyan ev bihîst, enirîn?» 13 Îsa li wan vegerand: «Her şitilê ku Bavê min ê li ezmanan neçandiye, ewê ji ra* ve bê rakirin. 14 Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.»

             15 Hingê Petrûs jê re got: «Mana vê meselê ji me re bêje.» 16 Îsa ji wan re got: «Ma hûn jî hê fêmkor in? 17 Ma hûn fêm nakin her tiştê ku dikeve dev, diçe zik û ji wê derê dertê derve? 18 Lê tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên û ew mirov murdar* dikin. 19 Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr* ji dil dertên. 20 Tiştên ku mirov murdar dikin ev in, lê xwarina bi destê neşuştî mirov murdar nake.»

    Baweriya Jinika Kenanî

             21 Îsa ji wê derê derket û xwe da aliyê herêma Sûr* û Saydayê. 22 Jineke Kenanî ya* ku ji wê herêmê bû hat ba wî, gazî kir û got: «Ya Xudan, Kurê* Dawid, li min were rehmê! Keça min ji destê cinan êşeke mezin dikişîne.» 23 Lê wî tu peyv jê re negot. Hingê şagirtên wî nêzîkî wî bûn û hêvî jê kirin: «Wê bişîne bila here, çimkî li pey me tê û dike qîrîn.» 24 Îsa bersîv da û got: «Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl hatime şandin.» 25 Lê jinik nêzîk bû, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, alîkariya min bike!» 26 Wî lê vegerand û got: «Ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.» 27 Wê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî hûrikên ku ji ber xwediyên wan dikevin erdê, dixwin.» 28 Hingê Îsa got: «Ya sitiyê, baweriya* te xurt e! Bila wek ku tu dixwazî ji te re bibe.» Ji wê gavê ve keça wê qenc bû.

    Îsa Gelek Mirovan Qenc Dike

             29 Îsa ji wê derê derket û hat ber Gola Celîlê. Ew hilkişiya çiyayekî û li wir rûnişt. 30 Elaleteke mezin hat ba wî. Bi xwe re şil û şeht*, kor, seqet, kerr û lal û gelek nexweşên din anîn û ew li ber lingên wî dirêj kirin û wî ew qenc kirin. 31 Gava ku elaletê dît lal dipeyivin, seqet sax dibin, şil û şeht rêve diçin û kor dibînin, şaş man û pesnê Xwedayê Îsraêl dan.

    Îsa Çar Hezar Mirov Têr Dike

             32 Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: «Dilê min bi vê elaletê dişewite, ev sê roj e ku ew bi min re ne û tiştekî wan tune ku ew bixwin. Ez naxwazim ku wan birçî bişînim, da ku di rê de dilê wan nebihûre!» 33 Hingê şagirtên wî bersîv dan: «Li vê çolê emê ji ku derê evqas nan bînin ku vê elaletê têr bikin?» 34 Îsa ji wan pirsî: «Ma çend nanên we hene?» Wan got: «Heft nan û çend masiyên me yên biçûk hene.»

             35 Wî li elaletê emir kir ku li erdê rûnin. 36 Hingê wî heft nan û masî hildan, şikir kir, ew şkandin, dan şagirtan û wan jî dan elaletê. 37 Hemûyan xwar û ew têr bûn. Piştre wan heft selik pariyên bermayî dan hev. 38 Hijmara yên ku xwaribûn jî, ji bilî jin û zarokan çar hezar mêr bû.

             39 Piştî ku Îsa elalet verêkir, li qeyikê siwar bû û çû herêma Megedanê.