Dîtina
Îsa Diguhere
17 1 Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhenna
bi xwe re birin û ew bi serê xwe derxistin çiyayekî bilind. 2 Li wir, li ber wan dîtina wî hat guhertin. Rûyê wî
wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn. 3 Ji nişkê ve Mûsa* û Êlyas* li wan xuya bûn û bi
Îsa re peyivîn. 4 Petrûs ji Îsa re got: «Ya Xudan, qenc e ku em li vir
in! Eger tu bixwazî, ezê li vir sê holikan çêkim. Yekê ji te re, yekê
ji Mûsa re û yekê jî ji Êlyas re.»
5 Hê ew dipeyivî, ewrekî ronahîdar li ser wan kir sî
û dengek ji ewr hat û got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî
xweş e. Guhdariya wî bikin!» 6 Gava şagirtan ev bihîst, ji tirsan deverû ketin erdê.
7 Lê Îsa hat, destê xwe li wan da û got: «Rabin,
netirsin!» 8 Gava şagirtan
çavên xwe hildan, wan ji Îsa pê ve tu kesî din nedît.
9 Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir û
got: «Heta ku Kurê Mirov ji nav miriyan ranebe, tiştên ku we dîtin,
ji kesî re nebêjin.» 10 Şagirtan ji
wî pirsî û gotin: «Nexwe çima Şerîetzan dibêjin, divê pêşî Êlyas
bê?» 11 Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî, Êlyas tê û
her tiştî serrast dike. 12 Lê ez ji we re dibêjim, ji xwe Êlyas hatiye û wan ew
nas nekir. Lê çi ku dilê wan xwest bi wî kirin. Bi vî awayî Kurê
Mirov jî wê ji destê wan cefayê bikişîne.» 13 Hingê şagirtan fêm kir ku ew ji
wan re li ser Yûhennayê imadkar dibêje.
Îsa
Zarokekî Cinoyî Qenc Dike
14 Çaxê hatin ba elaletê, mirovek nêzîkî Îsa bû, li
ber wî çû ser çokan 15 û got: «Ya
Xudan, li kurê min were rehmê! Bi atiyê* dikeve û êşeke mezin dikişîne.
Ew gelek caran dikeve nav êgir û nav avê. 16 Min ew anî ba şagirtên te, lê wan nikaribû wî qenc
bikin.» 17 Îsa bersîv
da û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî! Ezê heta kengê bi we
re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin vir ba min.» 18 Îsa li cin hilat û ew jê derket. Ji wê gavê ve
kurik qenc bû.
19 Hingê şagirt bi serê xwe hatin ba Îsa û jê pirsîn:
«Çima me nikaribû em cin derxin?» 20-21 Wî li wan vegerand: «Ji ber ku baweriya we kêm e. Bi
rastî ez ji we re dibêjim, eger wek liba xerdelê baweriya we hebe, hûn
ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji vir here wir›, ewê here. Tu tişt tune
ku ji bo we çênebe.»
Îsa
Careke Din li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
22 Gava ku ew bi hev re li Celîlê* bûn, Îsa ji wan re
got: «Hindik maye ku Kurê Mirov bidin destê mirovan. 23 Ewê wî bikujin û roja sisiyan ewê rabe.» Şagirt bi
vê yekê gelek xemgîn bûn.
Baca
Perestgehê
24 Çaxê ew gihîştin Kefernahûmê, bacgir* hatin ba
Petrûs û jê pirsîn: «Ma Mamosteyê we baca Perestgehê* nade?» 25 Wî got: «Belê.»
Dema Petrûs hat malê, pêşî Îsa ji wî re got: «Tu çawa
dibînî, Şimûn? Padîşahên dinyayê bac û bêşê ji kê distînin?
Ma ji kurên xwe an ji yên biyanî?» 26 Petrûs got:
«Ji yên biyanî.» Hingê Îsa ji wî re got: «Nexwe kur serbest in. 27 Lê ji bo ku em dilê wan nehêlin, tu here golê û şewkê
xwe bavêje. Masiyê ku pêşî hat, bigire, devê wî veke, tê zîvekî*
mezin bibînî. Wî bibe, ji bo min û ji bo xwe bide wan.»
|