Yê
Mezin Kî Ye?
18 1 Wê gavê şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Di
Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin kî ye?» 2 Wî gazî zarokekî kir, di nav wan de da rawestandin 3 û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn
venegirin û nebin wek zarokan, hûn tu caran nakevin Padîşahiya
Ezmanan. 4 Loma, kî xwe wek vî zarokî nizim bike, di Padîşahiya
Ezmanan de yê herî mezin ew e. 5 Û kî ku zarokekî weha bi navê min qebûl bike, ew
min qebûl dike. 6 Lê kî ku
yekî ji van biçûkên ku bawerî bi min anîne ji rê derxe, ji bo wî
çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê daleqandin û bikeve
binê deryayê.
Jirêderketin
7 «Ji ber tiştên ku mirov ji rê derxin, wey li serê
dinyayê! Nabe ku ev sedem neyên, lê belê wey li wî mirovê ku ew
sedem bi destê wî bên. 8 Eger destê
te an lingê te, te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje. Ji bo te
çêtir e ku tu bê dest an bê ling bikevî jiyanê, ne ku tu bi herdu
dest û bi herdu lingên xwe ve bêyî avêtin nav agirê herheyî. 9 Û eger çavê te, te bixe guneh, wî derxe û ji xwe
bavêje. Ji bo te çêtir e ku tu bi çavekî bikevî jiyanê, ne ku bi
herdu çavan ve tu bêyî avêtin nav agirê dojehê*.
Mesela
Miya Windabûyî
10-11 «Binêrin! Hûn yekî ji van biçûkan kêm nebînin.
Çimkî ez ji we re dibêjim ku milyaketên wan li ezmanan hergav li
rûyê Bavê min ê li ezmanan dinêrin.
12 «Gelo hûn çawa dibînin? Eger sed miyên mirovekî
hebin û yek ji wan riya xwe winda bike, ma ew not û nehan li çiyê
nahêle û naçe li ya windabûyî nagere? 13 Û eger wê
bibîne, bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê ji wan not û nehên ku riya
xwe winda nekirine bêtir bi wê şa bibe. 14 Bi vî awayî Bavê we yê li ezmanan jî naxwaze ku yek
ji van biçûkan winda bibe.
Birayê
ku Gunehan Dike
15 «Eger birayê te li hember te guneh bike, here û gava
ku hûn herdu bi tenê ne, sûcê wî nîşanî wî bide. Eger ew
guhdariya te bike, te birayê xwe kar kir. 16 Lê eger ew guhdariya te neke, kesek an du kesên din
jî bi xwe re bibe, ‹da ku her peyv bi devê dido an sê şahidan rast
derkeve.›a 17 Lê eger ew nexwaze guhdariya wan jî bike, ji civîna*
bawermendan re bêje. Îcar, eger ew nexwaze guhdariya civîna bawermendan
jî bike, bila êdî ew ji bo te bibe wek yekî pûtperest û bacgir.
18 «Bi rastî ez ji we re dibêjim, hûn çi li ser rûyê
erdê girêdin, ewê li ezmên jî bê girêdan. Û hûn çi li ser rûyê
erdê vekin, ewê li ezmên jî bê vekirin. 19 Careke din bi rastî ez ji we re dibêjim, eger dido ji
we li ser rûyê erdê, li ser her tiştê ku bixwazin, bibin yek, ewê ji
aliyê Bavê min ê li ezmanan ve ji wan re çêbe. 20 Çimkî li ku derê dido an sisê bi navê min bên ba
hev, li wir ez jî di nav wan de me.»
Mesela
Xulamê Bêrehm
21 Hingê Petrûs hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan,
gava ku birayê min li hember min guneh bike, divê ez çend caran li wî
bibihûrim? Ma heta heft caran?» 22 Îsa
bersîva wî da: «Ez ji te re dibêjim, ne heta heft caran, lê heta
heftê caran heft. 23 Çimkî Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahek
hebû ku xwest bi xulamên xwe re li hesab binêre. 24 Gava ku padîşah dest bi hesab kir, yekî ku bi deh
hezar telant* deyndarê wî bû, anîn ba wî. 25 Ji ber ku nikaribû deynê xwe bide, axayê wî emir kir
ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû malê wî bên firotin û deynê
wî bê dayîn. 26 Xulam xwe avêt ber lingên wî, jê lava kir û got:
‹Li min sebir bike, ezê hemû deynê xwe bidim.› 27 Dilê axa bi wî şewitî, ew berda û li deynê wî jî
bihûrt.
28 «Lê gava ku xulam derket derve, wî hevalekî xwe yê
xulam dît ku bi sed zîvî* deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt
qirika wî û got: ‹Deynê min ê ku li te ye bide.› 29 Hevalê wî yê xulam xwe avêt ber lingên wî û jê
lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê deynê xwe bidim.› 30 Lê wî nexwest, çû û ew avêt zîndanê heta ku ew
deynê xwe bide.
31 «Gava ku hevalên wî yên xulam ev yek dîtin, gelek
xemgirtî bûn, rabûn çûn ba axayê xwe û hemû tiştên bûyî jê re
gotin. 32 Hingê axa xulam gazî ba xwe kir û jê re got: ‹Hey
xulamê xerab! Ji ber ku te ji min lava kir, ez li hemû deynê te
bihûrîm. 33 Wek ku ez li te hatim rehmê, ma ne diviya ku tu jî li
hevalê xwe yê xulam bihatayî rehmê?› 34 Axayê wî hêrs bû û ew da destê cefakeran, heta ku
ew hemû deynê xwe bide.
35 «Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebihûre,
Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li we bike.»
|