Pirsa
Jinberdanê
19 1 Gava ku Îsa gotina xwe xilas kir, hingê ji Celîlê
derket û derbasî herêma Cihûstanê ya aliyê din ê Çemê Urdunê
bû. 2 Elaleteke mezin li pey wî çû û wî ew li wir qenc
kirin.
3 Hinek ji Fêrisiyan ji bo ku wî biceribînin nêzîkî
wî bûn û jê pirsîn: «Ma dibe ku bi her sedemî mêr jina xwe
berde?» 4 Îsa bersîva wan da û got: «Ma we nexwendiye ku
Afirandar di destpêkê de ew ‹nêr û mê afirandin› 5 û got: ‹Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe
berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.›b
6 Wusa ku êdî ew ne dido ne, lê bedenek in. Ji ber vê
yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû
veneqetînin.»
7 Hingê Fêrisiyan pirsî: «Nexwe çima Mûsa emir kir
ku mêr ‹kaxeza jinberdanê bide jina xwe û wê berde›?» 8 Îsa li wan vegerand û got: «Ji ber serhişkiya we
Mûsa destûr da we ku hûn jinên xwe berdin. Lê di destpêkê de ne
weha bû. 9 Ez ji we re dibêjim, kî ku ji zînayê pê ve bi
sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike.»
10 Şagirtên wî jê re gotin: «Eger rewşa navbera jin
û mêr bi vî awayî be, çêtir e ku nezewicin.» 11 Wî ji wan re got: «Her kes nikare vê gotinê qebûl
bike, bi tenê yên ku ji wan re hatiye dayîn dikarin qebûl bikin. 12 Çimkî hin hene ji zikmakî nemêr in, hin hene ji
aliyê mirovan ve tên nemêrkirin û hin jî hene ku di ber Padîşahiya
Ezmanan de xwe nemêr dikin. Yê ku dikare vê qebûl bike, bila qebûl
bike.»
Îsa
Zarokan Pîroz Dike
13 Hingê zarok anîn ba Îsa, da ku destên xwe deyne ser
wan û ji bo wan dua bike. Îcar şagirtan li yên ku ew anîn hilat. 14 Lê Îsa got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min û pêşiya
wan negirin, çimkî Padîşahiya Ezmanan ji yên weha re ye.» 15 Û wî destên xwe danîn ser wan û ji wê derê çû.
Xortê
Dewlemend li Jiyana Herheyî Digere
16 Îcar mirovek nêzîkî Îsa bû û jê pirsî:
«Mamoste, divê ez çi qenciyê bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest
bixim?» 17 Îsa lê vegerand û got: «Tu çima li ser qenciyê ji
min dipirsî? Bi tenê Yek heye ku qenc e. Lê eger tu dixwazî bikevî
jiyanê, emran bîne cih.» 18 Yê xort jê pirsî: «Kîjanan?» Îsa lê vegerand:
«‹Nekuje!›, ‹Zînayê neke!›, ‹Nedize!›, ‹Şahidiya
derewîn neke!›, 19 ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!› û ‹Wek ku tu ji
xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike!›» 20 Yê xort jê re got: «Min ev tişt hemû pêk anîne.
Hê çi kêmahiya min heye?» 21 Îsa
bersîva wî da: «Eger tu dixwazî bêkêmahî bî, here, her tiştê xwe
bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna te
hebe. Û were, bikeve pey min.» 22 Gava ku yê xort ev peyv bihîst bi xemgînî çû,
çimkî gelek mal û milkê wî hebû.
23 Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: «Bi rastî ez ji
we re dibêjim, ji bo mirovê dewlemend, ketina Padîşahiya Ezmanan
zehmet e. 24 Dîsa ez ji we re dibêjim, derbasbûna devê ya di qula
derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a Padîşahiya* Xwedê
hêsanîtir e.» 25 Gava ku şagirtan ev bihîst, gelek şaş man û wan
pirsî: «Eger wusa be, kî dikare xilas bibe?» 26 Îsa li wan nêrî û got: «Li ba mirovan ev nabe, lê
li ba Xwedê her tişt dibe.»
27 Hingê Petrûs li Îsa vegerand û got: «Va ye, me her
tişt hiştine û em li pey te hatine. Îcar wê ji bo me çi hebe?» 28 Wî ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, di
nûbûna hemû tiştan de, çaxê ku Kurê Mirov li ser textê xwe yê
rûmetê rûne, hûn ên ku li pey min hatine jî hûnê li ser diwanzdeh
textan rûnin û dîwana* diwanzdeh eşîrên Îsraêl bikin. 29 Her kesê ku
di ber navê min de dev ji mal, an xwişk, an bira, an dê an bav, an
zarok an zeviyên xwe berdaye, wê sed
qatî li wan bistîne û jiyana herheyî par bistîne. 30 Lê gelek ên pêşî wê bibin ên
paşî û yên paşî wê bibin ên pêşî.»
|