Mesela
Paleyên Rêz
20 1 «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Malxwêyekî
malê hebû, ku serê sibê zû derket, da ku ji bo rezê xwe paleyan
bigire. 2 Ew ji bo rojê bi zîvekî* bi paleyan re li hev hat û
ew şandin nav rezê xwe.
3 «Saet li dora nehan ew derket û li meydana sûkê
kesên din dîtin, ku betal radiwestan. 4 Wî ji wan re got: ‹Hûn jî herin di rezê min de
bixebitin û heqê we çi be, ezê bidim.› 5 Ew jî rabûn û çûn. Dîsa ew li dora nîvro û saet
sisiyan derket û eynî tişt kirin. 6 Saet li dora pêncan jî derket, hinekên din jî dîtin
ku betal radiwestan. Wî ji wan re got: ‹Çima hûn tevahiya rojê li
vir disekinin û tiştekî nakin?› 7 Wan bersîv
da: ‹Çimkî tu kesî em bi paletî negirtin.› Wî ji wan re got:
‹Hûn jî herin nav rêz.›
8 «Gava ku bû êvar, xwediyê rêz ji serkarê xwe re
got: ‹Gazî paleyan bike û ji yên paşî dest pê bike heta yên pêşî
heqê hemûyan bide.› 9 Paleyên ku piştî
nîvro li dora saet pêncan hatibûn girtin, hatin û her yekî zîvek
stand. 10 Îcar gava ku yên pêşî hatin, wan guman kir ku wê
bêtir bistînin. Lê her yekî ji wan jî zîvek stand. 11 Çaxê ku perê xwe standin, dest pê kirin, li hember
malxwê malê kirin pitepit 12 û gotin: ‹Evên ku paşiyê hatin, tenê saetekê
xebitîn, lê te em ên ku hemû giraniya rojê û germiya wê kişandin,
bi wan re yek girtin.› 13 Lê malxwê malê
ji yekî ji wan re got: ‹Heval, ez neheqiyê li te nakim. Ma tu bi min
re bi zîvekî li hev nehatî? 14 Rahêje
heqê xwe û here. Ez dixwazim bi qasî ku min da te, bidim vî yê paşî
jî. 15 Ma heqê min tune ku ez çi bixwazim, ez bi malê xwe
bikim? An tu çavnebariya camêriya min dikî?›
16 «Bi vî awayî yên paşî wê bibin ên pêşî û
yên pêşî wê bibin ên paşî.»
Îsa
Cara Sisiyan li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
17 Gava ku Îsa hildikişiya Orşelîmê, wî diwanzdeh şagirtên
xwe dan aliyekî û di rê de ji wan re got: 18 «Va ye, em hildikişin Orşelîmê. Kurê Mirov wê bê
dayîn destê serekên kahînan û Şerîetzanan. Ewê cezayê mirinê li
ser wî bidin 19 û wî bidin destê miletan, da ku tinazên xwe bi wî
bikin, bidin ber qamçiyan û wî xaç bikin. Û roja sisiyan ewê ji nav
miriyan rabe.»
Daxwaza
Diya Kurên Zebedî
20 Hingê diya kurên Zebedî bi kurên xwe re nêzîkî
Îsa bû, li ber wî çû ser çokan û ji wî xwest ku tiştekî ji bo
wê bike. 21 Îsa ji wê pirsî: «Tu çi dixwazî?» Wê jî got:
«Emir bike ku ev herdu kurên min, di Padîşahiya te de yek li milê te
yê rastê, yê din li milê te yê çepê rûne.» 22 Îsa bersîv da û got: «Hûn nizanin ku hûn çi
dixwazin. Ma hûn dikarin wê kasa tehl a ku ezê vexwim, vexwin?» Wan
got: «Em dikarin.» 23 Îsa ji wan re got: «Bi rastî hûnê ji kasa min
vexwin, lê rûnandina li milê min ê rastê û çepê ne di destê min
de ye. Ev ji bo wan e ku ji aliyê Bavê min ve ji wan re hatiye
amadekirin.»
24 Gava her deh şagirtan ev yek bihîst, li herdu birayan
hêrs bûn. 25 Lê Îsa ew
gazî ba xwe kirin û got: «Hûn dizanin ku serekên miletan serdestiyê
li wan dikin û giregirên wan jî hukumdariya xwe li ser wan dikin. 26 Lê di nav we de wê ne weha be. Di nav we de, kî ku
bixwaze bibe yê mezin, divê bibe xizmetkarê we. 27 Û di nav we de kî ku bixwaze bibe yê pêşî, divê
bibe xulamê we. 28 Çawa ku
Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku
xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide.»
Îsa
Çavê Du Koran Vedike
29 Çaxê ku ew ji bajarê Erîhayê derdiketin, elaleteke
mezin li pey Îsa çû. 30 Du mirovên kor li tenişta rê rûdiniştin. Gava
bihîstin ku Îsa di wê derê re derbas dibe, qîriyan û gotin: «Ya
Xudan, Kurê* Dawid, li me were rehmê!»
31 Elaletê li wan hilat, da ku dengê xwe bibirin, lê ew
bêtir qîriyan û gotin: «Ya Xudan, Kurê Dawid, li me were rehmê!» 32 Îsa rawesta, gazî wan kir û got: «Hûn çi dixwazin
ku ez ji bo we bikim?» 33 Wan bersîv
da û got: «Ya Xudan, bila çavên me bibînin.» 34 Dilê wî bi wan şewitî û destê xwe danî ser
çavên wan. Di cih de çavên wan vebûn û li pey Îsa çûn.
|