Îsa
bi Rûmet Dikeve Orşelîmê
21 1 Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytfacê
li ba Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin û 2 ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe, hema
hûnê li wir kereke girêdayî ya bi dehşik bibînin. Wan vekin û ji
min re bînin. 3 Eger kesek tiştekî ji we re bêje, jê re bêjin:
‹Ew ji Xudan re lazim in û ewê zû wan bi şûn de bişîne.›»
4 Ev wusa çêbû, da ew peyva ku bi devê pêxember
hatibû gotin, bê cih:
5
«Ji bajarê Siyonê* re bêjin:
‹Va ye, Padîşahê te
Bi nefsbiçûkî li kerê siwarbûyî,
Li dehşikê, yanî li dehşikê kerê siwarbûyî tê ba
te.›a»
6 Şagirt çûn û wek ku Îsa ji wan re gotibû kirin. 7 Wan ker û dehşik anîn, cilên xwe danîn ser wan û
Îsa siwar bû. 8 Elaleteke
mezin cilên xwe li ser rê raxistin. Hinekên din jî ji daran çiqil
birrîn û avêtin ser rê. 9 Elaleta ku
li pêşiya wî diçû û yên ku li pey dihatin weha diqîriyan û
digotin:
«Hosanna* ji Kurê* Dawid re!
Yê ku bi navê Xudan tê pîroz* be!
Li bilindahiyên herî jorîn Hosanna!»
10 Gava Îsa ket Orşelîmê, tevahiya bajêr hejiya û
gotin: «Ev kî ye?» 11 Elaletê got: «Ev Îsa pêxember
e! Ji bajarê Nisreta Celîlê ye.»
Îsa
Perestgehê Paqij Dike
12 Îsa ket Perestgehê û hemû yên ku li wê derê
kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û
kursiyên kevokfiroşan gêr kirin. 13 Wî ji wan
re got: «Hatiye nivîsîn: ‹Wê ji mala min re mala duayê bê
gotin.› Lê hûn wê dikin ‹şkefta rêbiran›.»
14 Li Perestgehê, kor û şil û şeht* anîn ba wî û
wî ew qenc kirin. 15 Lê gava ku serekên kahînan û Şerîetzanan karên
nedîtî yên ku Îsa dikirin dîtin û dengê zarokan bihîstin ên ku di
Perestgehê de digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re!», hêrs bûn 16 û gotin: «Ma tu nabihîzî ku ev zarok çi dibêjin?»
Îsa li wan vegerand û got: «Belê, ma we ev yek qet nexwendiye: ‹Te
ji devê zarokên biçûk û yên li ber şîr pesin deranî.›b»
17 Wî ew li wir hiştin
û ji bajêr derket, çû Beytanyayê û şev li wir bihûrand.
Dara
Hêjîrê
18 Serê sibê çaxê ku Îsa vedigeriya bajêr, ew birçî
bû. 19 Li kêleka rê dareke hêjîrê dît û nêzîkî wê
bû, lê ji pelan pê ve tiştek bi wê ve nedît. Hingê wî ji darê re
got: «Bila careke din êdî tu caran tu ber nedî!» Dara hêjîrê di
cih de hişk bû.
20 Gava ku şagirtan ev yek dît, şaş man û gotin: «Ma
dara hêjîrê çawa di cih de hişk bû?» 21 Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî ez ji we re
dibêjim, eger baweriya we hebe û hûn nekevin şikê, hûn ne bi tenê
dikarin tiştê ku bi vê dara hêjîrê bûye bikin, lê eger hûn ji vî
çiyayî re bêjin: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› wê
bibe. 22 Eger baweriya we hebe, hûn bi dua çi bixwazin hûnê
bistînin.»
Pirsa
li ser Desthilatiya Îsa
23 Îsa ketibû Perestgehê û hîn dikir, hingê serekên
kahînan û rihspiyên gel hatin ba wî û jê pirsîn: «Tu bi kîjan
desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te?» 24 Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê pirsekê ji
we bikim. Eger hûn bersîva min bidin, ezê ji we re bêjim ka ez bi
kîjan desthilatiyê van tiştan dikim: 25 Imadkirina* Yûhenna ji ku derê bû? Ma ew ji ezmên
bû an ji mirovan?» Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em
bêjin: ‹Ji ezmên e›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî
bawer nekir?› 26 Lê eger em
bêjin: ‹Ji mirovan e›, em ji xelkê ditirsin, çimkî hemû Yûhenna
pêxember dihesibînin.» 27 Wan bersîv
da Îsa û gotin: «Em nizanin.» Hingê wî ji wan re got: «Ez jî ji we
re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»
Mesela
Du Kuran
28 «Hûn çi difikirin? Du kurên mirovekî hebûn. Ew
çû ba yê pêşî û jê re got: ‹Lawo, tu here, îro di nav rêz de
bixebite.› 29 Wî got: ‹Ez naçim›, lê paşê poşman bû û
çû. 30 Îcar bav çû ba kurê xwe yê din û eynî tişt jê
re got. Wî jî bersîv da û got: ‹Baş e, ezê herim, bavo›, lê ew
neçû. 31 Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan
bersîv da û got: «Yê pêşî.»
Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir
û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê. 32 Çimkî Yûhenna hat ku riya rastdariyê nîşanî we
bide û we ji wî bawer nekir, lê bacgir û fahîşeyan jê bawer kir. Piştî
ku we ev dît jî hûn poşman nebûn ku ji wî bawer bikin.
Mesela
Rezvanan
33 «Guhdariya meseleyeke din bikin: Malxwêyekî malê
hebû ku rez danî. Wî hawirdora wî sênc kir, li navê mahserek kola û
birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû
welatekî din. 34 Gava ku dema rezçinînê nêzîk bû, wî xulamên xwe
şandin ba rezvanan, da ku berê wî bicivînin. 35 Rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yek kuştin
û yê din jî dane ber keviran. 36 Îcar wî mirovî ji cara pêşî bêtir xulam şandin.
Rezvanan eynî tişt anîn serê wan jî. 37 Li dawiyê ew rabû û kurê xwe şand û got: ‹Ewê
siyaneta* kurê min bigirin.› 38 Lê gava ku rezvanan kur dît, ji hevdû re gotin: ‹Ev
wêris e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mîrasa wî.› 39 Wan ew girt, avêtin derveyî rêz û kuştin. 40 Îcar gava ku xwediyê rêz bê, ewê çi bi van
rezvanan bike?» 41 Wan jî lê
vegerand û gotin: «Ewê wan mirovên xerab bi awayekî xerab bikuje û
rêz bide hinekên wusa ku di dema rezçinînê de berê wî bidinê.» 42 Îsa ji wan re got: «Ma we qet di Nivîsarên* Pîroz
de ev nexwendiye:
‹Ew kevirê ku hostayan red kir,
Bû kevirê serê rikin*.
Ev ji aliyê Xudan ve çêbû,
Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!›»
43 «Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, Padîşahiya
Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wusa re bê dayîn, yê ku
berê wî bigihîne. 44 Yê ku bi ser vî kevirî de bikeve, wê bibe perçe
perçe û ev kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.» 45 Gava ku serekên kahînan û Fêrisiyan ev mesele
bihîst, wan fêm kir ku ew li ser wan dibêje. 46 Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan,
çimkî wan ew pêxember didît.
|