Mesela
Dawetê
22 1 Îsa careke din bi meselan ji wan re peyivî û got: 2 «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahekî
ji bo kurê xwe dawet amade kir. 3 Wî xizmetkarên xwe şandin ba wan ên ku ji bo dawetê
hatine vexwendin, lê wan nexwest ku bên. 4 Piştre wî hin xizmetkarên din şandin û got: ‹Ji
yên vexwendî re bêjin: Min şîva xwe amade kiriye; conega û dewarên
min ên dermale hatine serjêkirin û hemû tişt amade ye. Kerem bikin,
werin dawetê.› 5 Lê wan qet bala xwe nedayê, lêxistin û çûn. Yek
çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe. 6 Yên mayî jî xizmetkarên wî girtin, riswa kirin û
ew kuştin. 7 Padîşah
hêrs bû. Wî leşkerên xwe şandin, ev mêrkujên ha kuştin û bajarê
wan şewitand. 8 Hingê wî ji xizmetkarên xwe re got: ‹Dawet amade
ye, lê yên vexwendî ne hêja bûn. 9 De herin serê kuçeyan û hûn kê bibînin, gazî
dawetê bikin.› 10 Hingê
xizmetkar derketin kuçeyan, qenc û xerab, her kesên ku dîtin civandin
û eywana dîlanê bi vexwendiyan tije bû.
11 «Lê gava ku padîşah çû hundir da ku vexwendiyan
bibîne, mirovek dît ku cilên dawetê li xwe nekiribû. 12 Hingê wî jê pirsî û got: ‹Heval, bê cilên
dawetê ma çawa tu ketî vir?› Zimanê wî negeriya. 13 Li ser vê yekê padîşah ji xizmetkaran re got:
‹Dest û lingên wî girêdin û wî bavêjin derve, nav tariyê. Li wir
wê bibe girîn û qirçîna diranan.›
14 «Çimkî yên ku hatine gazîkirin pirr in, lê yên ku
hatine hilbijartin hindik in.»
Pirsa
Bacdayînê
15 Hingê Fêrisî derketin û bi hev şêwirîn, ka ewê
çawa Îsa bi peyva wî bixin xefikê. 16 Wan şagirtên xwe û alîgirên Hêrodês* şandin ba
wî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu mirovekî rast î û tu riya
Xwedê bi rastî hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu
li rûyê mirovan nanêrî. 17 Îcar ji me re bêje ka tu çawa dibînî? Ma çêdibe
ku em bacê bidin Qeyser an na?»
18 Ji ber ku Îsa bi niyetxerabiya wan dizanibû, got:
«Hey durûno! Çima hûn min diceribînin? 19 Ka perê bacê nîşanî min bidin!» Wan zîvek* ji wî
re anî 20 û wî ji wan pirsî: «Ev resm û nivîsîn ên kê
ne?» 21 Wan got: «Yên Qeyser in.» Hingê Îsa ji wan re got:
«Nexwe tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.» 22 Gava ku wan ev bihîst, şaş man, dev ji wî berdan û
çûn.
Pirsa
Rabûna Miriyan
23 Eynî rojê Sadûqiyên* ku digotin vejîna* miriyan
tune, hatin ba Îsa 24 û jê pirsîn: «Mamoste, Mûsa got: ‹Eger yekî ku
zarokên wî nebin bimire, divê birayê wî jina wî bîne û dûndanê*
ji birayê xwe re rake.› 25 Îcar li ba me heft bira hebûn. Yê pêşî jin anî û
mir. Ji ber ku zarokên wî çênebûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt. 26 Eynî tişt hat serê yê dido û yê sisiyan jî, heta
bi yê heftan, hemû mirin. 27 Piştî hemûyan jin jî mir. 28 Îcar Roja* Vejînê, ji her heftan ew jin wê bibe ya
kê? Çimkî hemûyan ew anîbû!»
29 Îsa li wan vegerand û got: «Hûn şaş dibin, ji ber
ku hûn Nivîsarên* Pîroz û hêza Xwedê nizanin. 30 Piştî Roja Vejînê ew ne jinê tînin û ne jî mêr
dikin; çimkî wê bibin wek milyaketên ezmên. 31 Ma we nexwendiye ku li ser vejîna miriyan Xwedê ji we
re çi dibêje? 32 ‹Ez
Xwedayê Birahîm*, Xwedayê Îshaq* û Xwedayê Aqûb* im.› Ew ne
Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e.»
33 Gava ku elaletê ev yek bihîst li hînkirina wî gelek
şaş ma.
Emrê
Herî Mezin
34 Gava Fêrisiyan bihîst ku Îsa devê Sadûqiyan
girtiye, li hev civiyan. 35 Ji nav wan
yekî Şerîetzan ew ceriband û pirsî: 36 «Mamoste, di Şerîetê* de emrê herî mezin kîjan
e?» 37 Îsa lê vegerand û got: «‹Ji Xudan Xwedayê xwe bi
hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike.› 38 Emrê pêşî û mezin ev e. 39 Yê diduyan jî wek vî ye: ‹Wek ku tu ji xwe hez
dikî, ji cîranê xwe hez bike.› 40 Hemû Şerîet û pêxember li ser bingeha van herdu
emran in.»
Mesîh
Kurê Kê Ye?
41 Gava ku Fêrisî li hev civiyabûn Îsa ji wan pirsî: 42 «Hûn li ser Mesîh* çi difikirin? Ew kurê kê ye?»
Wan lê vegerand û gotin: «Ew kurê* Dawid e.» 43 Îsa ji wan re got: «Nexwe çawa Dawid bi saya Ruh
navê Xudan hildide û dibêje:
44 ‹Xudan ji
Xudanê min re got:
Li milê min ê rastê rûne
Heta ku ez dijminên te bikim bin
lingên te.›c
45 «Eger Dawid ji wî re dibêje ‹Xudan›, çawa ew
dibe kurê wî?» 46 Îcar tu
kesî nikaribû peyvekê bersîva wî bide. Û ji wê rojê pê ve tu
kesî newêribû ku tiştekî jê bipirse.
|