Îsa
ji pêşî ve li ser Wêranbûna Perestgehê Dibêje
24 1 Gava ku Îsa ji Perestgehê derket û çû, şagirtên wî
nêzîkî wî bûn û xwestin ku bala wî bikişînin ser avahiyên
Perestgehê. 2 Wî ji wan re got: «Hûn van hemûyan dibînin? Bi rastî
ez ji we re dibêjim, li vir kevir li ser kevir namîne. Qet tiştek namîne
ku neyê hilweşandin!»
Tengahiyên
Mezin
3 Çaxê Îsa li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, şagirtên
wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: «Ji me re bêje, ka ev tişt
wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?» 4 Îsa bersîva wan da û got: «Hay ji xwe hebin, ku tu
kes we nexapîne. 5 Çimkî
gelek wê bi navê min bên û bêjin: ‹Mesîh ez im› û wê gelekan
bixapînin. 6 Hûnê dengê şeran û li ser şeran bibihîzin. Binêrin!
Hûn netirsin. Tiştên weha divê bibin, lê hê dawî nehatiye. 7 Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan
rabin. Û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin. 8 Lê ev tiştên ha hemû destpêka janan in.
9 «Hingê wê we teslîm bikin, da ku êşê bi we bidin
kişandin û we bikujin. Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret
bikin. 10 Hingê gelek wê ji rê derkevin, hevdû bidin dest û
ji hev nefret bikin. 11 Û gelek pêxemberên
derewîn wê derkevin û gelekan bixapînin. 12 Bi zêdebûna neheqiyê, hezkirina gelekan wê sar bibe.
13 Lê yê ku heta dawiyê ragire*, ewê xilas bibe. 14 Û ev Mizgîniya
Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû
miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê.
Felaketa
Mezin
15 «Çaxê hûn tiştê mekruh ê ku xerakirinê tîne, tiştê
ku Daniyêl pêxember gotiye, li cihê pîroz rawestayî bibînin» –
bila yê ku dixwîne fêm bike – 16 «hingê yên ku di Cihûstanê de ne bila birevin çiyan.
17 Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û tiştekî
ji hundir hilnede. 18 Û yê ku li
nav zeviyê be jî, bila venegere ku ebayê xwe hilde. 19 Lê wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin!
20 Dua bikin ku
reva we nekeve zivistanê an roja* Şemiyê. 21 Çimkî hingê tengahiyeke wusa mezin wê çêbe, ku ji
destpêka dinyayê ve tiştekî weha çênebûye û tu caran çênabe jî.
22 Eger ew roj nehatana kurtkirin, tu kes xilas nedibû, lê
ji bo xatirê yên bijartî ew roj wê bên kurtkirin. 23 Hingê eger yek ji we re bêje: ‹Va ye, Mesîh li vir
e!› an jî: ‹Wa ye, ew li wir e!›, bawer nekin. 24 Çimkî mesîhên derewîn û pêxemberên derewîn wê
derkevin, wê nîşan û karên mezin çêkin, wusa ku eger bibe, ewê
bijartiyan jî bixapînin. 25 Va ye, min ji pêşî ve ev ji we re got. 26 Îcar, eger yek ji we re bêje: ‹Wa ye, Mesîh li çolê
ye!› dernekevin derve, an bêje: ‹Va ye, li oda hundir e!›, bawer
nekin. 27 Çawa ku birûsk ji Rojhilat davêje û heta Rojava
ronahî dike, hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be. 28 Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê
derê bicivin.
Vegerîna
Kurê Mirov
29 «Di pey tengahiya wan rojan de, di cih de,
Roj wê tarî bibe
Û heyv ronahiya xwe nade.
Stêr wê ji ezmên bikevin
Û rojgêranên* ezmanan wê ji riya xwe derkevin.
30 «Hingê nîşana Kurê Mirov wê li ezmên xuya bibe û
hemû miletên li ser erdê wê li xwe bixin. Ewê bibînin ku ‹Kurê
Mirov bi hêz* û rûmeta mezin li ser ewrên ezmên tê.› 31 Ewê milyaketên xwe bi boriya dengbilind bişîne û
milyaket wê bijartiyên wî ji çar aliyan, ji perekî ezmanan heta perê
din bicivînin.
Dersa
ji Dara Hêjîrê
32 «Îcar ji dara hêjîrê vê dersê hîn bibin: Çaxê
ku çiqilên wê dibişkivin û pelên wê şîn dibin, hûn dizanin ku
havîn nêzîk e. 33 Bi vî awayî, çaxê ku hûn jî van hemû tiştan bibînin,
bizanin ku ew nêzîk e, li devê derî ye. 34 Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku ev tiştên ha
hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre. 35 Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran
nabihûrin.
Roj
û Saeta ku Bi Tenê Xwedê Dizane
36 «Lê heçî ew roj û ew saet e, ne milyaketên ezmanan
û ne jî Kur, ji Bav pê ve tu kes pê nizane. 37 Ka di rojên Nûh* de çawa bû, hatina Kurê Mirov jî
wê wusa be. 38 Çimkî di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar
û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket
gemiyê, 39 wan nizanibû ku wê çi bibe, heta ku tofan rabû û ew
hemû bi xwe re birin. Hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be. 40 Hingê du mirov wê li nav zeviyê bin, yek wê bê
birin û yek bê hiştin. 41 Du jin wê
bi destar bihêrin, yek wê bê birin û yek bê hiştin.
42 «Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê we
wê kîjan rojê bê. 43 Lê vê yekê
bizanin: Eger malxwê malê bizaniya ku bi şev çi çaxî diz wê bê, ewê
hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî. 44 Ji ber vê yekê hûn jî amade bin, çimkî Kurê Mirov
wê di saetekê de bê ku hûn nizanin.
Xulamê
Dilsoz û Xulamê Bêbext
45 «Xulamê dilsoz û şehreza kî ye? Ewê ku axayê wî
ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan. 46 Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li ser
karê wî bibîne. 47 Bi rastî ez
ji we re dibêjim, ewê wî deyne ser hemû malê xwe. 48 Lê eger ew xulamê xerab ji xwe re bêje: ‹Axayê min
wê bi derengî bikeve› 49 û dest pê bike li hevalên xwe yên xulam bixe, bi
serxweşan re bixwe û vexwe, 50 axayê wî xulamî wê di wê rojê de bê ku ew ne li hêviya
wî ye û di wê saetê de ku ew pê nizane 51 û wê wî perçe perçe bike û para wî bi durûyan re
bide. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.
|