Mesela
Deh Keçan
25 1 «Hingê Padîşahiya Ezmanan wê bimîne vê yekê: Deh
keçikan çirayên xwe hildan û çûn pêşiya zavê. 2 Pênc ji wan bêaqil û pênc ji wan şehreza bûn. 3 Yên bêaqil rahiştin çirayên xwe, lê bi xwe re dohn
hilnedan. 4 Lê yên şehreza
bi çirayên xwe re, di derdanan de dohn jî hildan. 5 Gava ku zava bi derengî ket, xewê ew hemû girtin û
razan.
6 «Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye, zava tê! Derkevin
pêşiya wî!› 7 Hingê hemû
keçik rabûn û çirayên xwe amade kirin. 8 Yên bêaqil ji yên şehreza re gotin: ‹Hinekî ji
dohnê xwe bidin me, çimkî çirayên me ditemirin.› 9 Wan bersîv da û gotin: ‹Na, çênabe, ew têra me û
we nake. Çêtir e ku hûn herin ba dohnfiroşan û ji xwe re bikirrin.›
10 Lê çaxê ew çûn ku dohn bikirrin, zava hat.
Keçikên ku amade bûn bi wî re ketin
şahiya dîlanê û derî hat dadan. 11 Paşê keçên din jî hatin û
gotin: ‹Mîrza, mîrza! Derî li me veke!› 12 Wî li wan vegerand û got: ‹Bi
rastî ez ji we re dibêjim, ez we nas nakim.›
13 «Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne
jî wê saetê dizanin.»
Mesela
Telantan
14 «Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamek
hebû, gava ku çû welatekî din, gazî xulamên xwe kir û malê xwe
spart wan. 15 Wî li gor karîna her yekî ji wan da wan: Pênc
telant* dan yekî, du telant dan yekî û telantek jî da yekî û derket
riya xwe. 16 Yê ku pênc telant standibûn, zû rabû, perê xwe da
xebitandin û pênc telantên din kar kirin. 17 Bi vî awayî yê ku du telant standibûn jî du
telantên din kar kirin. 18 Lê yê ku
telantek standibû, rabû erd kola û perê axayê xwe veşart.
19 «Piştî demeke dirêj axayê xulaman vegeriya û bi
wan re hesabê xwe kir. 20 Yê ku pênc
telant standibûn, hat û pênc telantên din jî anîn. Wî got:
‹Ezbenî, te pênc telant dabûn min. Binêre, min pêncên din jî
qezenc kirin.› 21 Axayê wî jê re got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û
dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek
tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›
22 «Yê ku du telant standibûn jî hat û got:
‹Ezbenî, te du telant dabûn min; binêre, min diduyên din jî qezenc
kirin.› 23 Axayê wî got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz!
Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan.
Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›
24 «Piştre yê ku telantek standibû
hat û got: ‹Ezbenî, min dizanibû ku tu mirovekî hişk î û cihê ku
te lê neçandiye tu didirûyî û cihê ku te tov lê nereşandiye tu jê
berhev dikî. 25 Îcar ez tirsiyam, ez çûm, min telantê te di nav axê de veşart.
Ha, ji te re telantê te.› 26 Axayê wî lê vegerand û got:
‹Hey xizmetkarê xerab û tiral! Madem te dizanibû cihê ku min lê
neçandiye ez didirûm û cihê ku min tov lê nereşandiye ez jê berhev
dikim? 27 Nexwe diviya te perên min danîna banqê, gava ku ez
vegeriyam minê bi fayiza wan ve
bistanda. 28 Ji bo vê yekê wî telantî ji wî
bistînin û bidin wî yê ku deh telantên wî hene. 29 Çimkî yê ku pê re heye, wê ji
wî re bê dayîn û bi ser de bê zêde kirin. Lê yê ku pê re tunebe,
tiştê ku di destê wî de ye jî wê jê bê standin. 30 Lê vî xizmetkarê bêkêr bavêjin
tariya derve. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›»
Roja
Dawî
31 «Gava ku Kurê Mirov bi rûmeta xwe ve bê û hemû
milyaket pê re, hingê ewê li ser textê xwe yê rûmetê rûne. 32 Hemû milet wê li ber wî bicivin û ewê wan ji hevdû
veqetîne, wek ku şivan miyan ji bizinan vediqetîne. 33 Ewê miyan bide aliyê xwe yê rastê, bizinan bide
aliyê xwe yê çepê. 34 Hingê Padîşah
wê ji yên li aliyê xwe yê rastê re bêje: ‹Werin, hûn pîrozên*
Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve ji bo we hatiye
amade kirin, bistînin. 35 Çimkî ez birçî bûm, we xwarin da min; ez tî bûm,
we av da min; ez xerîb bûm, we ez hewandim; 36 ez tazî bûm, we ez bi cil kirim; ez nexweş bûm, hûn
hatin serdana min; ez di zîndanê de bûm, hûn hatin ba min.›
37 «Hingê yên rast wê li wî vegerînin û bêjin:
‹Ya Xudan, me kengê tu birçî dîtî û tu têr kirî, an kengê me tu
tî dîtî û av da te? 38 Me kengê tu xerîb dîtî û tu hewandî, an tazî
dîtî û tu bi cil kirî? 39 Me kengê tu
nexweş an di zîndanê de dîtî û em hatin ba te?› 40 Padîşah wê bersîvê bide û ji wan re bêje: ‹Bi
rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji yekî ji van birayên min ên herî
biçûk re kiribe, we ew ji min re kiriye.›
41 «Hingê wê ji yên li milê xwe yê çepê re jî
bêje: ‹Ji min dûr bikevin, hûn ên ku nifir lêbûyî, herin agirê
herheyî yê ku ji bo Îblîs* û milyaketên wî hatiye amadekirin. 42 Çimkî ez birçî bûm, we xwarin neda min, ez tî
bûm, we av neda min. 43 Ez xerîb
bûm, we ez nehewandim. Ez tazî bûm, we ez bi cil nekirim. Ez nexweş û
di zîndanê de bûm, hûn nehatin ba min.›
44 «Hingê ewê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan,
me kengê tu birçî, an tî, an xerîb, an tazî, an nexweş, an jî di
zîndanê de dîtî û me alîkariya te nekir?› 45 Hingê ewê bersîva wan bide û bêje: ‹Bi rastî ez
ji we re dibêjim, we çi ji bo yekî ji vanên herî biçûk nekiribe, we
ew ji bo min jî nekiriye.› 46 Îcar evên
ha wê herin ezaba herheyî, lê yên rast wê herin jiyana herheyî.»
|