XAÇKIRINA ÎSA Û VEJÎNA WÎ

    Şêwira kuştina Îsa

           26 1Gava ku Îsa ev hemû peyvên ha anîn serî ji şagirtên xwe re got: 2"Hûn dizanin ku piştî du rojan Cejina* Derbasbûnê ye. Wê Kurê Mirov bidin dest, da ku bê xaçkirin."

            3Hingê serekên kahînan û rihsipiyên gel, li qesra Serokkahînê ku navê wî Qeyafa bû civiyan 4û bi hev şêwirîn ku Îsa bi hîle bigirin û wî bikujin. 5Lê wan digot: "Bila ne di cejinê de be, da ku di nav xelkê de tevliheviyek çênebe."

    Îsa li Beytanyayê tê rûnkirin

            6Gava Îsa li Beytanyayê li mala Şimûnê kotî* bû, 7jinikekê di firaxeke mermerê sipî de rûnekî gelek giranbiha anî. Çaxê Îsa li ser sifrê rûdinişt wê rûn bi serê wî de rijand. 8Gava şagirtan ev dît, hêrs* bûn û gotin: "Çima ev rûnê ha hat ziyan kirin? 9Ev dikaribû bi bihayekî giran bihata firotin û li belengazan bihata belavkirin."

            10Lê Îsa bi vê yekê dizanibû û ji wan re got: "Çima hûn jinikê diêşînin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir. 11Çimkî wê belengaz hergav di nav we de bin, lê ezê hergav ne di nav we de bim. 12Jinikê ev rûnê bîhnxweş bi ser bedena min de rijand, da ku min ji bo veşartinê amade bike. 13Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ev Mizgînî li ku dera dinyayê bê belavkirin, ew tiştê ku vê jinikê kir jî ji bo bîranîna wê bê gotin."

    Xiyaneta Cihûda

            14Hingê yek ji diwanzdehan, ku jê re Cihûdayê* Îsxeryotî dihat gotin, çû ba serekên kahînan 15û ji wan pirsî: "Heke ez wî bidim destê we hûnê çi bidin min?" Îcar wan jî sî zîv* hijmartin û danê. 16Ji wê demê bi şûn de Cihûda li keysekê digeriya ku Îsa bide dest.

    Bi şagirtan re şîva Cejina Derbasbûnê

            17Di roja pêşî ya Cejina* Nanê Şkeva de şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: "Tu dixwazî em li ku derê ji te re şîva Cejina* Derbasbûnê amade bikin ku tu bixwî?" 18Wî li wan vegerand û got: "Herin bajêr, ba filan mirovî û jê re bêjin: 'Mamoste* dibêje: Dema min nêzîk bûye. Ezê Cejina Derbasbûnê bi şagirtên xwe re li mala te pîroz bikim.'" 19Wek ku Îsa ji wan re gotibû şagirtan kir û şîva Cejina Derbasbûnê amade kirin.

    20Gava bû êvar, ew bi diwanzdehan re li ser sifrê rûnişt. 21Îcar çaxê ku wan şîv dixwar Îsa got: "Bi rastî ez ji we re dibêjim ku wê yek ji we min bide dest." 22Ew gelek xemgîn bûn û dest pê kirin yek bi yek ji wî pirsîn: "Gelo ez im, ya Xudan?" 23Îsa li wan vegerand û got: "Yê ku bi min re pariyê xwe li firaxê xist, ew e yê ku wê min bide dest. 24Ji xwe Kurê Mirov wê here wek ku li ser wî hatiye nivîsîn. Lê wey li wî mirovî ku Kurê Mirov bide dest! Wê ji bo wî çêtir bûya ku ew nehata dinyayê." 25Hingê Cihûdayê ku wê ew bida dest, got: "Ya Mamoste! Ma ew kes ez im?" Îsa bersîv da: "Erê, te bi xwe got."

    Sifra ku Îsa danî

            26Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şkand, da şagirtan û got: "Bigirin û bixwin, ev bedena min e."

            27Piştre wî kasek* hilda, şikir kir, da wan û got: "Hûn hemû ji vê vexwin. 28Çimkî ev xwîna min a Peymanê* ye ku ji bo lêbihûrtina gunehan di ber gelekan de tê rijandin. 29Ez ji we re dibêjim: 'Êdî ez ji vî berê mêwê venaxwim, heta wê roja ku ez di Padîşahiya Bavê xwe de bi we re ji ya nû vexwim.'"

            30Piştî ku wan zebûrek strand, derketin Çiyayê Zeytûnê.

    Îsa înkarkirina Petrûs ji pêşî ve diyar dike

            31Hingê Îsa ji wan re got: "Îşev hûnê hemû li ser min dudilî û sist bibin, çimkî hatiye nivîsîn:

                    'Ezê li şivên bixim

                    Û miyên kerî jî wê belav bibin.'

    32"Lê piştî ku ez ji mirinê rabim, ezê beriya we herim Celîlê." 33Petrûs* lê vegerand û got: "Hemû jî li ser te dudilî û sist bibin, ez tu car dudilî û sist nabim." 34Îsa bersîva wî da: "Bi rastî ez ji te re dibêjim, hema îşev, berî ku dîk bang bide tê sê caran min înkar bikî." 35Petrûs got: "Heke divê ku ez bi te re bimirim jî, ez tu caran te înkar nakim." Hemû şagirtan jî weha got.

    Li baxçê Gêtşemaniyê

            36Hingê Îsa bi şagirtên xwe re çû cihê ku jê re Gêtşemanî tê gotin û ji wan re got: "Hûn li vir rûnin, heta ku ez herim dera ha û dua bikim." 37Wî Petrûs û herdu kurên Zebedî bi xwe re birin û dest pê kir, diltengî û xemeke giran ew girt. 38Hingê wî ji wan re got: "Dilê min gelek teng dibe, ez dikim bimirim. Li vir bin û bi min re hişyar bimînin."

            39Hinekî pêşve çû, xwe deverû avêt erdê û dua kir: "Bavê min, heke dibe bila ev kas* ji min derbas bibe. Lê bila ne bi daxwaza min be, bi ya te be."

            40Piştre ew vegeriya ba şagirtan û ew di xew de dîtin. Ji Petrûs re got: "Ma we nikaribû hûn saetekê jî bi min re hişyar bimînin? 41Hişyar bimînin û dua bikin, da ku hûn neyên ceribandin. Erê, ruh bi daxwaz e, lê beden bê hêz* e."

            42Cara diduyan ew çû û dua kir: "Bavê min, heke heta ku ez vê kasê venexwim ji min derbasbûna wê nabe, bila daxwaza te bê cih." 43Îsa vegeriya û ew dîsa di xew de dîtin. Çimkî çavên wan ji xewê diçûn serhev. 44Wî ew hiştin, cardin dûr ket, cara sisiyan dua kir û eynî peyv gotin. 45Piştre vegeriya ba şagirtên xwe û ji wan re got: "Ma hûn hê jî radizin û bîhna xwe vedidin? Va ye saet hat, Kurê Mirov didin destê gunehkaran. 46Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bû."

    Girtina Îsa

            47Hê ew dipeyivî Cihûdayê* ku yek ji diwanzdehan bû hat. Bi wî re elaleteke* mezin a bi şûr û daran hebû. Ev ji aliyê serekên kahînan û rihsipiyên gel ve hatibûn şandin. 48Îcar ê ku ew dida dest bi wan re li ser îşaretekê li hev hatibû: "Ez kê ramûsim ew e, wî bigirin." 49Cihûda sererast hat ba Îsa û got: "Silav li te, ya Mamoste!" û ew ramûsa. 50Îsa lê vegerand û got: "Heval, tu ji bo çi hatî, wê bike." Hingê ew mirov nêzîk bûn, dest avêtin Îsa û ew girtin. 51Li ser vê yekê, yekî ku bi Îsa re bû, şûrê xwe kişand, ew daweşand xulamê Serokkahîn û guhê wî pekand. 52Hingê Îsa ji wî re got: "Şûrê xwe bixe kalanê wî. Çimkî her kesê ku şûr bikişîne ewê bi şûr bimire. 53Ma tu dibêjî qey ez nikarim gazî Bavê xwe bikim û ew di cih de ji diwanzdeh lejyonan* zêdetir milyaket bixe bin emirê min? 54Lê hingê ew nivîsînên* pîroz* ên ku dibêjin divê weha bibe, wê çawa bên cih?"

            55Wê gavê Îsa ji elaletê re got: "Ma ez rêbirek* im ku hûn bi dar û şûran hatine ku min bigirin? Her roj ez li Perestgehê* rûdiniştim û min hîn* dikir, lê we ez negirtim. 56Lê ev hemû çêbûn ku nivîsînên pêxemberan bên cih." Hingê hemû şagirtan ew hişt û reviyan.

    Îsa li ber civîna giregiran

            57Yên ku Îsa girtin ew birin ba Qeyafayê Serokkahîn. Li wir Şerîetzan* û rihsipî civiyabûn. 58Petrûs ji dûr ve li pey wî hat, heta hewşa Serokkahîn. Ew derbasî hindur bû, bi parêzgeran re rûnişt, da ku dawiyê bibîne.

            59Îcar serekên kahînan û tevahiya civîna giregiran li hember Îsa li şahidiya derewîn digeriyan ku biryara kuştina wî bidin. 60Bi ser ku gelek şahidên derewîn derketin jî, ya ku lê digeriyan peyda nekirin. Piştre du şahidên derewîn hatin 61û gotin: "Vî zilamî* got: 'Ez dikarim Perestgeha Xwedê hilweşînim û di sê rojan de ava bikim.'" 62Hingê Serokkahîn rabû ser lingan û ji Îsa re got: "Ma tu bersîvê nadî? Ev çi şahidî ye ku evên ha li ser te didin?" 63Lê Îsa tu tişt negot. Serokkahîn ji wî re got: "Ez te bi navê wî Xwedayê sax didim sondê, heke tu Kurê* Xwedê Mesîh* î, ji me re bêje." 64Îsa ji wî re got: "Erê, wek ku te got, lê ez ji we re dibêjim: Ji niha û pê ve hûnê bibînin ku Kurê Mirov li milê rastê yê hêza* Xwedê rûniştî û li ser ewrên ezmanan tê."

            65Hingê Serokkahîn cilên xwe çirandin û got: "Wî çêr* kir! Êdî çi hewcedariya me bi şahidan heye? Va ye we çêrkirina wî bihîst. 66Hûn çi dibêjin?" Wan lê vegerand û gotin: "Ew ê kuştinê ye!"

            67Wê gavê tif kirin ser çavê wî û ew dan ber kulman. Hinekan jî sîle lê xistin 68û gotin: "Ji me re pêxemberîtiyê bike, ey Mesîh! Ka kî bû ku li te xist?"

    Petrûs Îsa înkar dike

            69Hingê Petrûs li derve, li hewşê rûniştibû. Keçikeke xizmetkar hat ba wî û got: "Tu jî bi Îsayê Celîlî re bûyî." 70Lê wî li ber hemûyan înkar kir û got: "Ez nizanim ku tu çi dibêjî." 71Piştre ew ber bi deriyê derve çû, li wir keçikeke din ew dît û ji yên li wê derê re got: "Ev zilam bi Îsayê Nisretî re bû." 72Wî dîsa bi sond înkar kir û got: "Ez wî nas nakim!" 73Demekê bi şûn de yên ku li wir bûn çûn ba Petrûs û gotin: "Bi rastî tu bi xwe jî yek ji wan î. Çimkî zimanê te te dide dest." 74Hingê wî dest bi nifiran kir, sond xwar û got: "Ez wî mirovî nas nakim!" Di cih de dîk bang da. 75Li ser vê yekê peyva ku Îsa gotibû hat bîra Petrûs: "Berî ku dîk bang bide tê sê caran min înkar bikî." Hingê ew derkete derve û bi dilşewatî giriya.  

    Cihûda xwe dadileqîne

           27 1Çaxê bû sibe hemû serekên kahînan* û rihsipiyên gel ji bo ku Îsa bikujin bi hev şêwirîn. 2Ew girêdan, birin û dan destê Pîlatoyê walî.

            3Cihûdayê* ku Îsa dabû dest, gava dît ku ew hat hukumkirin, li kirina xwe poşman bû û sî zîv* li serekên kahînan û rihsipiyan zivirandin û got: 4"Min guneh kir. Ez bûm sedemê xwîna bêsûc." Wan lê vegerand û gotin: "Me çi ji vê ye? Tu bifikire." 5Cihûda zîv avêtin nav Perestgehê* û derket. Ew çû û wî xwe daleqand. 6Serekên kahînan zîv hildan û gotin: "Nabe ku em van peran bixin xezîna Perestgehê, çimkî perên xwînê ne." 7Bi hev şêwirîn û ji bo veşartina biyaniyan Zeviya Cêrçêker kirîn. 8Ji ber vê yekê ji wê zeviyê re heta îro jî 'Zeviya Xwînê' tê gotin. 9Hingê ew peyva ku bi devê Yêremya pêxember hatibû gotin hat cih: "Wan sî zîv girtin, bi wî bihayê ku ji kurên Îsraêl* hinan ji bo wî vebirîbûn 10û wan pê Zeviya Cêrçêker kirîn, wek ku Xudan* li min emir kiribû."

    Îsa li ber Pîlatoyê walî

            11Îsa li pêş walî rawesta û wî jê pirsî: "Ma tu padîşahê Cihûyan î?" Îsa lê vegerand û got: "Erê, wek ku te got." 12Gava ku ew ji aliyê serekên kahînan û rihsipiyan ve hat sûcdarkirin, wî tu bersîv neda. 13Hingê Pîlato jê pirsî: "Ma tu wê şahidiya ku ew li hember te didin nabihîzî?" 14Îsa bersîv neda û peyvek jî negot, wusa ku walî gelek şaş ma.

    Hukumê kuştina Îsa

            15Adeta walî bû ku di cejinê de girtiyekî ku gel dixwaze berde. 16Wê demê bi navê Barabas girtiyekî navdar hebû. 17Gava ku elalet* civiya Pîlato ji wan pirsî: "Hûn dixwazin ez kîjanî ji bo we berdim? Barabas an Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh?" 18Çimkî wî dizanibû ku wan Îsa ji çavnebarî girtine û dane destê wî. 19Çaxê Pîlato li ser kursiyê hukumkirinê rûniştibû jina wî jê re ev xeber şand: "Nebe ku tu tiştekî bi wî mirovê rast bikî, çimkî îşev di xewna xwe de min ji rûyê wî gelek tengahî dît."

            20Lê belê serekên kahînan û rihsipiyan nav di elaletê dan ku bixwazin Barabas bê berdan û Îsa bê kuştin. 21Walî ji wan pirsî: "Ji herduyan hûn dixwazin ku ez kîjanî ji bo we berdim?" Wan jî got: "Barabas!" 22Pîlato got: "Naxwe ez bi Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh* çi bikim?" Hemûyan bersîv da: "Bila bê xaçkirin!" 23Pîlato pirsî: "Çima? Wî çi xerabî kiriye?" Lê ew hê bêtir qîriyan: "Bila bê xaçkirin!"

            24Gava Pîlato dît ku tiştek ji destê wî nayê, lê bêtir tevlihevî derdikeve, wî av hilda, li pêş elaletê destê xwe şûşt û got: "Ez ji xwîna vî mirovî bêrî me. Ev karê we ye." 25Hemû xelkê bersîv da: "Bila xwîna wî di stûyê me û zarokên me de be!" 26Hingê wî Barabas ji bo wan berda, Îsa da ber qamçiyan û da destê wan, da ku bê xaçkirin.

    Leşker tinazên xwe bi Îsa dikin

            27Wî çaxî leşkerên walî Îsa birin qesrê û hemû tabûra* leşkeran li ser serê wî civandin. 28Wan ew tazî kir û xiftanekî sor li wî kirin. 29Tacek ji stiriyan honandin û danîn ser serê wî. Çîtikek kirin destê wî yê rastê, li ber wî çûn ser çokan, tinazên xwe pê kirin û gotin: "Bijî padîşahê Cihûyan!" 30Tif kirinê, çîtik ji dest standin û li serê wî xistin. 31Piştî ku pê tinazên xwe kirin, xiftan hilanîn û cilên wî lê kirin. Piştre ew birin ku wî xaç bikin.

    Xaçkirina Îsa

            32Gava ku derketin derve, wan yekî Kûrênî dît ku navê wî Şimûn bû, wan bi zorê xaça Îsa bi wî dan hilgirtin. 33Çaxê ew hatin wî cihê ku jê re Golgota dihat gotin - ku tê mana "Qoqê Serî" - 34wan li wir şerab û zirav tevlihevkirî danê. Lê dema ku Îsa tam kir, nexwest vexwe.

            35Piştî ku wan ew xaç kir, wan cilên wî bi pişk li xwe leva kirin. 36Û li wir rûniştin û çavdêriya wî kirin. 37Nivîsa ku ew pê sûcdar dikirin li ser serê wî danîn: EV ÎSAYÊ PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E. 38Îcar du rêbir* jî bi wî re hatin xaçkirin; yek li milê wî yê rastê, yê din li milê wî yê çepê. 39Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, çêrî Îsa dikirin 40û digotin: "Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira! Heke tu Kurê Xwedê* yî ji xaçê were xwarê û xwe rizgar* bike!" 41Bi vî awayî serekên kahînan, Şerîetzan û rihsipiyan jî tinazên xwe pê dikir 42û digotin: "Yên din rizgar kirin, lê nikare xwe rizgar bike? Ew Padîşahê Îsraêlê ye! Ka bila niha ji xaçê were xwarê, emê baweriyê bi wî bînin. 43Wî xwe dispart Xwedê. Heke Xwedê ji wî hez dike, bila niha wî rizgar bike. Çimkî digot: 'Ez Kurê Xwedê me.'" 44Rêbirên ku bi wî re hatibûn xaçkirin jî bi vî awayî lome lê dikirin.

    Mirina Îsa

            45Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket erdê. 46Saet li dora sisiyan Îsa bi dengekî bilind qîriya: "Elî, Elî, lama sabaxtanî?" ku tê maneya: "Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?" 47Gava hin ji yên ku li wir bûn ev bihîstin, gotin: "Ew gazî Êlyas dike." 48Di cih de yek ji wan rabû û avgirek* hilda. Wî ew bi sihikê* tije kir, bi serê çîtikekî ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe. 49Yên din gotin: "Ka bihêle, em bibînin ka Êlyas wê bê ku wî rizgar bike."

            50Îsa careke din bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da. 51Di wê gavê de perda Perestgehê* ji serî heta binî çiriya û bû du perçe. Erd hejiya û lat qelişîn. 52Gor vebûn û gelek kesên pîroz* ên ku miribûn, rabûn. 53Ew ji goran derketin û piştî rabûna Îsa çûn Bajarê* Pîroz û ji aliyê gelekan ve hatin dîtin.

            54Çaxê sersed* û yên ku bi wî re çavdêriya Îsa dikirin erdhejîn û tiştên bûyî dîtin, ji tirsa bizdiyan û gotin: "Bi rastî jî, ev Kurê Xwedê bû!"

            55Gelek jin li wir bûn û ji dûr ve temaşe dikirin. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn û ji wî re xizmet kiribûn. 56Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûb û Ûsiv û diya kurên Zebedî di nav wan de bûn.

    Veşartina Îsa

            57Gava ku bû êvar, mirovekî dewlemend ê ji Arîmetyayê hat. Navê wî Ûsiv bû û ew bi xwe jî şagirtê Îsa bû. 58Çû ba Pîlato û laşê Îsa jê xwest. Pîlato jî emir da ku laş bidin wî. 59Ûsiv ew hilanî, bi cawekî paqij ê keten pêça 60û ew di gora xwe ya nû de, ya ku di latê de kolabû veşart. Wî kevirekî mezin gêr* kir ber devê gorê û çû. 61Meryema Mejdelanî û Meryema din li pêşberî gorê rûniştibûn.

    Nobedarên gorê

            62Dotira rojê - rojek piştî roja Amadekirinê - serekên kahînan* û Fêrisî* çûn ba Pîlato û gotin: 63"Ezbenî, di bîra me de ye hê gava ku ewê xapînok dijiya, gotibû: 'Piştî sê rojan ezê rabim.' 64Ji ber vê yekê emir bide, da ku gor heta sê rojan bê parastin. An na, şagirtên wî dikarin bên laşê wî bidizin û ji gel re bêjin ku ew ji nav miriyan rabûye. Hingê wê xapandina dawî ji ya pêşî xerabtir be." 65Pîlato got: "Nobedarên di emirê we de hene. Herin û hûn çawa dizanin, wusa gorê biparêzin." 66Ew jî çûn gor parastin, kevir mor kirin û nobedar danîn ber.