Vejîna Îsa

           28 1Piştî Şemiyê, roja pêşî ya heftiyê serê sibê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din çûn ku li gorê binihêrin. 2Ji nişkê ve erdhejîneke mezin çêbû. Çimkî milyaketekî Xudan ji ezmanan hate xwarê, çû ser gorê, kevir gêr* kir û li ser rûnişt. 3Dîtina wî wek birûskê û cilên wî wek berfê sipî bûn. 4Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan.

            5Milyaket ji jinan re got: "Hûn netirsin, ez dizanim ku hûn li Îsayê ku hatibû xaçkirin digerin. 6Ew ne li vir e, ew rabûye, wek ku wî gotibû. Werin û wî cihê ku ew lê dirêjkirî bû bibînin. 7Îcar zû herin ji şagirtên wî re bêjin: 'Ew ji nav miriyan rabûye û va ye beriya we diçe Celîlê. Hûnê wî li wê derê bibînin. Va ye min ji we re got.'"

            8Jin bi lez ji gorê vegeriyan, bi tirs û bi şahiyeke mezin reviyan ku ji şagirtên wî re bêjin. 9Ji nişkê ve Îsa rastî wan hat û got: "Aştî* li ser we be." Ew nêzîkî wî bûn, xwe avêtin lingên wî û perizîn* wî. 10Hingê Îsa ji wan re got: "Netirsin. Herin û ji birayên min re bêjin, bila biçin Celîlê. Li wir ewê min bibînin."

    Bertîldayîna nobedaran

            11Gava ku hê jin di rê de bûn, hinek ji nobedaran gihîştin bajêr û hemû tiştên bûyî ji serekên kahînan re gotin. 12Piştî ku serekên kahînan bi rihsipiyan re civiyan û şêwirîn, gelek pere dan leşkeran 13û gotin: "Bêjin: 'Gava ku bi şev em razayî bûn şagirtên wî hatin û ew dizîn.' 14Heke ev bigihîje guhê walî, emê wî qanî bikin û xemê bi we nadin xwarin." 15Wan jî pere standin û wek ku li wan hatibû şîretkirin, kirin. Ev gotin heta îro jî di nav Cihûyan de belav bûye.

    Îsa xwe nîşanî şagirtên xwe dide û wan dişîne

            16Piştre yanzdeh şagirt* çûn Celîlê, wî çiyayê ku Îsa ji wan re gotibû herinê. 17Gava ku wan ew dît, perizîn* wî; lê hinek ji wan dudilî bûn. 18Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: "Li erdê û li ezmanan hemû desthilatî* ji min re hatiye dayîn. 19Ji ber vê yekê herin, hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz* imad bikin, 20hemû tiştên ku min li we emir kirine hînî* wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me."